BEYBÛNA BI SÊHR


Di navbera me de pevçûn çêbû. “Te çima nan neanî?” pirsî û daberizî min. Bi kulman û mistan li min da. Min destên wê girt. Destên wê ji nav lepên min filitî, sêvek avête min û sêv li dîwêr ket. Cihê ku sev lêketî, şopek di rengê qehweyî de çêbû.
Ji bo ku hinekî bêhna xwe vedim, derketim derve û nişkê ve dengekî xwe li guhê min qeliband. Deng digot: “Bala xwe bide beybûnê!” Min li derûdora xwe nihêrî. Min dev ji pêjna nediyar berda û di kûçeyên Yverdone de meşiyam, çûm pêşiya kelehê. Avahiyên dîrokî, rêyên ku bi kevirên bi şikil hatibûn xemilandin, bala min nedikişandin.
Min dixwest, xwe di nav aramiya quncikekê de veşêrim. Derdora min mişt cafe bûn. Her kes li derve rûniştîbû û bi kêf, qurt li qahweyên xwe didan. Ez çûm restoranekê ku şaneşîna wê bi gulan hatibû xemilandin. Bêhna gulan wisa bi coşekê difûriya ku mirov sermest dikir. Danê nîvro bû û ro, tîrêjên xwe li ser her tiştî de raxistibû. Ji ber çirûskên rojê ken û kêfxweşîyek di dilê min de dilebitiya. Min bi dengekî nizmik got ,” S’il vous plaît” û ji xwe re qahweyek xwest. Dû re ez bi xwe keniyam. Gava ku ez nû hatibûm, min bi pêçiya nîşanekê bang li garson kirîbû. Garson di guhê min de mirmirandî gotîbû, “Cher ami, je pense que vous êtes nouveau! Vous devriez être plus doux!” min tiştek je fêhm nekiribû, ez bê wate bişirîm.
Li maseya di rex min de, keçek sipehî û xortekî çeleng rûniştibûn. Bi kelecan î di nav dembûhêrkekê de bûn. Hêla çepê jî, yekî rih bizin alqol vedixwar. Pîrejinek ber bi min ve hat û ji min pirsî: “Dêmê we dişibe rûyê lawê min. Gelo dikarim hinekî bi we re biaxivim?”
“Keremke!” min got.
Li ser zimanê wê, peyvên tenêtî û gazind çindika didan. Dû re peyv disincirîn û dibûn pêtek ji agir û dilê min disot. Çi dihat ber devê wê gazindên xwe vedigot. Pevçûna ku di navbera min û hevala min de rûdayî, li ber çavê min derbas dibû û her ku diaxivî, hevala min li ber çavê min dibû qîr.
Min nedixwest zêde guhdar bikim. Bi şêweyekî baldarî min li derve dinihêrî. Pîrejin jî rabû çû. Gava ku çû pî û destên wê dilerizîn. Piştre min berê xwe da keleha dirokî.
Li binê kelehê, li ber dîwarê wê yî xwelîreng de, beybûnek ba dibû. Ew dengê ku xwe li guhê min qelibandibû, hişt ku ez bi baldarî li wê beybûnê binihêrim. Beybûn, ber bi siya dîwêr de wekî ku ro di nav tariyê de hil bê, wekî ku ji newalekê çemek biherike bi min xweş hat xuyakirin û xwe kir mêvanê dilê min î şikestî. Beybûn, sûlavek bi berz bû; diherikî, dibûrikî û dibû derya… Keçek tê de xuya dibû. Çavên wê yên rengîn, yek jê zer yê din jî şîn bû. Paşê jî, rengên çavên wê tevlihev dibûn û bi dehan reng tê de xuya dibû.
Di vê navberê de dengê teqînekê hat. Veciniqîm û hebitîm, min nizanî ez ê çi bikim. Mirovan tev berê xwe dabûn qada kelehê. Gelek kes li wir civîbûn. Mal hilweşî bûbûn, rê wekî lêveke ziwa qelişî bûbû û ew serdabên ku kûçe digihandin hev, tev herifîbûn. Nîviyê bajêr serobino bûbû. Lodên tolozan li ser hev bûbûn gir.
Min dît ku pîremêrek di nava avahiyên kavil de, birîndar, dengê nalînên wî, alîkarî dixwest. Di nava xwîne de mabû, xirxira sînga wî bû. Gava ku min ew ji nav wan avahiyên rûxayî derxist, bi çavên minnetdar li min nihêrî.
Niştecihên bajêr, bi dengê teqînê xurcilî bûn ser sûkê. Tirs, hemû kesî dîl girtibû. Xirecir, qîrîn û hawar olan dida. Teşqeleyek li dar bûbû. Qîjîna hevala min hat ber guhê min. Pîrejineke çav mişt, alîkarî dixwest û digot: “Beriya çend xulekan neviyên min li vira bûn. Tu dibê qey firîn, çûn ser ewran. Nizanim neviyên min li kû ne?”
Min li çep û rasta xwe nihêrî. Qirçîn, bang û nalîn li nav hev diket. Jinekê, zaroka xwe hembêz kiribû û ew bernedida. Li hemberî van bûyeran neçar bûm û min nema zanî çi bikim. Min xwe hîn bêhtir nêzîkî wan kir. Xeter ji bo min ne gîrîng bû êdî û çavê min li pîrejinekê ket. Pora wê ya weke pembû, li ba dibû. Ya ku dihejî, bedena we ya lerzok bû, por bû, an jî dilê wê bû, min nedizanî êdî. Bi tiliya xwe xirbek pêşanî min da. Min ji kerba, erd kola. Ji xwarê dengê nalînê dihat. Di kuna ku min vekirî de, pêrgî zarokeke porzer û çavkesk hatim. Çengê dapîra wî ya porspî dilivî. Perperîkek difirî û bi bişirî nerî. Bişîriya wê têkelî dilê mirovên nazik dibû. Dû re pêl bi pêl belav dibû, wekî ronahiyekê, dibû hêvî. Hemûyan hewl didan ku mirovên di bin xirban de mane, rizgar bikin. Şêniyên vî bajarê bêzar, xîret bûbûn û te digot qey mirovên di bajêr de ji nû ve afirîbûn. Her dest, destê din digirt.
Dengê hevala min dîsa ji nav xirbê de dihat. Dilê min dilerizî û min serê xwe zîvirand aliyeke din. Dengê jineke din dihat. Me ew der jî kola. Jinik di bin kevirekî de mabû. Girîna wê, min dîn û har dikir. Ji hundirê deh xuleken, me ew derxist. Di bin toz û tolozê de, rengê wê guherîbû. Li ser zimanê wê çend peyv xwe bi lêv dikir, min hewl dida ku ji gotinên wê têbigihim.
Cardin ew keça delal xuyabû. Rengên çavên wê dîsa xwe diyar kir û li ser dêmên wê ew sipehîtî qet wenda nedibû. Ew delal î taybet bû. Bi cizbekê min wê bi xwe ve pêçand. Sivikiyekê xwe di dilê min de seyand. Bilez çûm ser bircên kelehê. Min li derûdora xwe nerî. Yverdon, mîna bişkokekê xuya dibû. Kolanên Yverdonê tijî beybûn bûn. Ew beybûn, valahiya çavê min mişt dikir. Dilşadî, ronahî û hêviya min xurttir bûbû. Di hundirê Yverdonê de gul dipişkivîn. Bi awayekî dilxweşî, min li çar dorê xwe nerî. Hewa hêj germ bû.
Zimanê min ziwa bûbû. Daketim pêşiya kelehê û min ji kaniyê av vexwar. Germahiya nava min hinekî şikest. Di bexçeyên dilê min de gulan serî rakir. Ketim bexçeyên herî talde. Piştî dîtina her xweşikahiya ku li xwezayê, min yeka din didît. Min yeko yeko gul bêhn dikirin.
Girên piçûk nola nokên rengîn xuya dibûn. Min li serê girekî, bêhna xwe veda. Di nav hestekî bextewar de bûm. Bi dilxweşî min halanek da. Daketim golê. Min ser û rûyê xwe şuşt. Min av reşand ser werdekan. Di vê navberê de, min dengê keça sipehî bihîst, digot: “Ez ji te hez dikim.” Bi kêf û kelecan bûm. Çivîkên biharê, di dile min de bask didan.
Bişirî, got: “Jiyan wekî rengê ber tavê ye. Geh spî û geh reş e.” Di rex wê de, zarokek û keşeyek derbas bû û di pey wan de jî du şovalye. Ji zîndana kelehê dengê qîrînekê dihat. Hespek ji dûr, dirêj dihirî. Dengê nala dihat guhe min. Jinek ji paytonekê dadiket. Lepikên wê ketibûn. Mêrekî, lepik ji erdê rakir û da wê.
Bi dengê hevala xwe, bi xwe ve hatim. Dinyaya min bêtir reş bû. Min dît ku bajar zexm e. Tu tişten awarte neqewimî bûn û di destê min de jî beybûneke hişk hebû. Ew ê rihdirêj bi lewçeyî diaxivî. Qehweya min sar bûbû. Hevala min beramberî min rûniştîbû û dest bi galegalê kiribû.
Jî min pirsî: “Hişê te dîsa çû kû derê?”
Lê min bersiv nedayê. Mirûzê xwe dîsa tahl kir.
Min guman nedikir ku dê tiştên wisa biqewimin. Kî dizanî ku wê beybûneke hişk, ew qasî tiştan bînê bîra min an jî dê di hişê min de ew tiştên ku min gotî, xwe bi sûret bikin. Aniha, ji kê re bêjim, wê bi min bikene û bibêje: “ Dîsa danê nîvro bû û ne erdhêj qewimî bû, ne berf, ne jî baran barî bû. Ev tiştên ku min jiyîn çiqas ajot wê jî nizanim. Dibe ku xulekek an saetek an jî hefteyek, heyvek, salek… nizanim.
Ma dibe, di hişê meriv de, wext xwe diyar bike? Min hizir kir ku hişê mirov wekî qûmê ye. Bûyer û wext bêdawî ye.


Mehmet Söğüt

Benzer Haberler

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Bu Yazıda Dikkatinizi Çekebilir!
Kapalı
Başa dön tuşu

Reklam Engelleyici Algılandı

Lütfen reklam engelleyiciyi devre dışı bırakarak bizi desteklemeyi düşünün