BENDA TE BUM
Werz payîze, dema kesere
Nav pelan de dimeşîm, sere min de rabirdû
Xuya dibu tu xiyala min de
Bi dileki qûlqûlî, bi çaven xemginî
Tav di çirusî ser spîndaran, şax dide deng
Xirecira durbuyîne de
Min xwe spert bin sîya peyvan
Sewta te digehişt guhe min
Ewiren te yên hewreşimî de dihelîm…
Helbest:Mehmet Söğüt
Wene: Süleyman Danışman
