PAYîZA RENGANÊ

Piştî wê bûyera beybûnan ku bi sêhr rû da, çûm restoranta ku çepgir, entellektuelên navdar û nivîskar, ku bi giştî gellê Efrîqayî di nava xirecirê de bûn. Dîsa atmosfera malê bêhn li min çikand û min xwe bi zor avêt derve.
Bi dilekî pelçikî min rojname dixwend, li bajarê zeytûna dîsa komkujî pêk hatibû. Hovan, destdirejî qîzên panzdeh salî kiribûn. Kûfir û çêr devê min tije kirr. Qiriqa min kire niqeniq, min li dora xwe nêrî, kes nîn bûya û ez têra xwe bigiriyame û devê min hetanî erd û asiman ji hev bûya.
Dû re xeyaleke weke birûskekê xwe di serê min de veda. Hespek xuya dibû. Hesp birîndar bû. Lê wî pîkol dida. Tevî hîrîna hesp, dengê qîrînekê jî dihat. Kevok bêcan diketin xwarê. Agir dibarî û di qermiçokên pîrejinan de rondik diherikîn û ji Xwedeyê xwe re lava dikirin. Zarokan xwe dispartin zinaran. Cil xakiyan alAven bajarê zeytûnê berhev dikirin. Ew alaven di dest wan de wekî zarokeke sewî xuya dibûn. Dengek ji dûr ve, “Şaxên me şikestin, lê binyada me kûr e…” digot.
Yekî rojnameya di nav lepên min de kişkişand, tavilê li xwe werqilîm û min dît ku hevalekî min î ji zû ve ye min ew nedîtibû, beramberî min, çîq sekinî. Bi dîtina wî, ez dilşa bûm. Me li hev pirsî, paşê wî dest bi axaftina xwe kir:
“Birêz hevrêyê min î delal, tu jî dizane ku her mirovekî daxwaziyên wî, bengîniyên wî, pêwendiyên wî hene. Ya min jî xwendin, çûyîna konsertan û heta ku ji destê min tê geşadanên çandî jî dişopînim. Berî çend rojan min agahiya vê konsertê wergirtibû. Û min pirtûk, pênûs û lênûska xwe xiste çenteyê xwe. Zanim, tu aniha meraq dikî û dibêjî:
“Ew çi pêwendî ye ku di konsertê de pirtûk bi te re ye?” Nexweşiyek e, gava ku pirtûk, pênûs û çenteyê xwe bi xwe re nebim, ez aram nabim. Bêyî van tiştan, şibî tiştekî ku ji gewdeyê min kêm be.”
Gava ku digot “Hustibend min stûye xwe ve kir,” çavên wî dibiriqîn: “Ez zêde ji şalgerdenan hez nakim. Ji bilî min, bi taybetî kesên Profesor li stûyê xwe digerînin. Naxwazim bêrêziyê bikim lê ji şalgerdenan jî hez nakim. Divê her mirov li gor rewşa xwe tevbigere, ne wisa?”
Ji bo konsertê ketim ser rê. Min bi baldarî li derdora xwe dimeyzand; ji çiqlên daran gul pişkivîbûn û bayekî hênik, xwe li ser rû û dêmê min dida. Ji hundirê eywanê bêhna ku meriv ji dîrokê tiştekî seh bike, dihat. Banê eywanê wekî kevanê ava kiribûn. Xerca ku di navbera dîwêr de kiribûn, reş bûbû û hêj konsertê dest pê nekiribû.
Bavê hunermendê ku derkeve ser dikê, li ser kursiyekî li paş hunermenda rûniştibû. Li ser lêvên wî jî dîsa kenekî sivik xwe danîbû. Ez ji wî re dibêjim Bavê Şîrîn. Çûm, li gel wan rûniştim. Çend xulek şûn de jî sazgerî, kurê Bavê Şîrîn vexwend ser dikê. Bavê Şîrîn hebekî xwe nepixand. Bişirî ku li ser lêvên wî ken hîna diyar dikir. Pê şanaz bû. Di çavên wî de pêtên şanaziyê xuya dibûn. Bi kefa destê xwe simbêlên xwe dipeland. Di wê eywanê de, wê kure wî pêşkêşvanî jî bikira. Hunermendên din jî ji derveyî bajêr hatibûn. Ji ber wê, pêşkêşvan çend xulekan pesnê wî da û piştre ew vexwend ser dikê. Got:
“Aniha jî hunermend Hamid Dengbet!”
Hamid Dengbet ku bi cawekî ecêb serê xwe ve alandibû, bişewişî hat ser dikê. Bêyî axavtin dest bi lêdana tembûrê kir. Çavên xwe zîq kiribû ser xortê li pêşberî xwe. Lêvên xwe ji hev vekir. Em benda stranên wî bûn, lê wî di mikrofonê de got: “Peh!” Û bihêz li qefesa tembûrê xist. Hilmek ji cixareya xwe kêşa û avêt erdê. Li ber piyên wî jî şûşeyên alkolê, rêz bûbûn. Piştre xwe nêzîkî mikrofonê kir û got:
“Pişt” û dûmahî bû, ha ha hayta wî û xuya bû ku bi vî rengî dixwest dengê mîkrofonê bipeyitîne, nizanim. Tembûra xwe akord kir û dest bi strana xwe kir.
Bavê Şîrîn dibişirî. Li gor baweriya min, pirrengiya salonê ew dilşad dikir. Lê hunermendên ku em diezimandin, bi tevayî em riswa dikirin. Hinekan xwe nedigirtin û pirqînî dikete wan. Min jî digot:
Bila erd biqelişe û ez jî bikevim bin erdê!” Wiha ez bi fedî, min stû li ber xwe didanî.
Xortekî porgij hat li gel me. Silav da û dest bi axavtina xwe kir. Ji Babê Şîrîn re got:
“Binhêre Bavê Şîrîn, hinek mirovên xirab hene, li ser sênîka zêrîn hingiv bidin min, tu dibê qey jahrê pêşkêşî min dikin. Bavê Şîrîn mirovekî wekî te ve biçim tuwelete jî, yê bi min xweş were.”
Bi tiliya xwe yek nîşanî me da.
“Tu wî mirovê ku di wê quncikê de rûniştî dibînî? Ev dikare her xirabiyê li meriv bike. Ev kundê vê derê ye. Dilreş û dilxirab e. Tu dibînî li vê eywanê de, kesên ji her ol û netewê mirov hene. Em dikarin bêjin salon rengorengo ye. Ev kes ne li gor qeyd û benda vir e. Her roj di binçengê wî de çenteyek û di destê wî de jî makîneya wêneyan û ji xwe re dibêje ez rojnamevan im. Bavê Şîrîn, ew ne tiştek e. Te dît, anîha jî çavbaziya jina dike. Her tiştekî wî nîvco maye. Nîvbav, nîvrewşenbîr, nîvmalxwê, ribek jî rojnemavan… ka binhêre, xwe çawa qûrre dike. Tu dibê qey Profesorê zankoyê ye. Lê ma dikare Beko Ewantiya xwe, veşêre!”
Bênavber, li ser zimanê Bavê Şîrîn
“Lawê min î delal” digot û paşê jî hinarikên wî xort î mist dida. Bi dilovan, bi peyvên şîrîn digot: “Kurê min dizanim çi hat serê te. Zanim ku di nav malbatê de, tu pêrgî tu başiyan nehatî. Lê xwe wisa bernede. Bikeve kûrahiya dilê xwe. Têdigihim ku di hundirê te de misqalek be jî ronahî heye. Wê ronahiyê derbixîne ku kes ji te sûd werbigire. Lawikê çeleng, ev heşîş jî wê te her roj bikuje û derûniya te jî wê her roj têk bibe. Zanim ew tiştên ku te di derheqê wî de jî gotin, rast in.” Û wî xortî piyala xwe wergirt û hêsir ji çav barîn.
Kesekî guh nedida hunermendê li ser dikê. Ji her qul û qewêrê de pistepist û xirecir hebû. Û kurê Bavê Şîrîn derket ser dikê û got:
“Aniha jî dora min e.”
Dîsa bû xirecir ku deng nedihat bihîstin. Xortan bi hev re sohbet dikir. Tembûrvanan destjenîna mûzîkê kirin. Xirecira di eywanê de hinekî kêm bû.
Kurê Bavê Şîrîn notayên tembûrê xwe ve çûbû. Hevalên wî yên sazbend jî di nav heman hestan de bûn û bi ahengeke hestiyar ketibûn nav deryaya mûzîkê. Ew guhdarên ku ji her gel û baweriyekê bûn, bêdeng bûbûn û dilê hemûyan bûbû wekî libaseke hewrîşimî. Aheng û atmosfera mûzîkê serê her kesî xweş kiribû. Kurê Bavê Şîrîn, jidil, dengê wî zîz bû û dilê meriv tije hest dikir ku meriv pê mest bibe. Qîseyên stranê ku bi mûzîkê re distrand, bandoreke mezin li ser min dikir ku ez noqî nav deryaye jan û jiyana xwe bibim.
“Hov hatin, devê wan mişt bi xwîn
Darên zeytûnê qîriyan, gul bi girîn
Baskên balindeyan nediteyisîn
Êdî ez birîndar im, birîndar.”
Li dijberî hemû hovitiyan stran digot û qîrîna dilê xwe bi awayekî derderkî belavî guhên yên li wî guhdar dikir, dikir. Li ber çavên min dîmenên ku zar û zêç, kal û xort dibûn piçik û parî. Ji çavên zeytûnî rondikên reş diherikîn. Ez çog nedibûm, lê li ser lingan dimirim û dîsa bi ser xwe ve dihatim. Hestên koma mûzîkê jî wekî min bûn, nizanim.
Dû re dest bi stanen dîlanê kirin. Hemû mirov pêk ve dicoşîn.
Gava ku komê stranên xwe qedandin, her kesek ketibû nava bêdengiyeke ji term tê. Ger kesek xwe bilivanda, dê ew deng di eywanê de pêl bûya. Ji ser hinarkên Bavê Şîrîn dilovanî xwe dida der û li dora xwe belav dikir. Û min nihêrî û got: “Ne ku lawê min e vê yekê dibêjim, lê huner ev e. Divê her hunermendek li ser guhdaran tesîrekê çêbike. Dive ew hêza hunerê, li dijberî zordestiyê dilê mirovan bike yek!”
Di dawiya konsertê de ji bo ku tenê bimînim, di bin roniya taveşevê de meşiyam û mûzîka kurê Bavê Şîrîn ya hîna di guhê min de, min serobino dikir.”
Gava ku hevalê min gotinên xwe bi dawî kir, daristana li hemberî mala min hat bîra min. Li pêş çavê min keleha bajêr û ew jîndarbûna beybûnê xuya dibû. Werza payîzê… Her kes bawer dike ku payîz tekane reng e, lê ne wisa ye. Wekî wê mûzîkê hinek caran bi kul û xem e, hinek caran jî ronî û eşq e. Ew rengê zer jî ne yek reng e, ew jî cûda cûda ye.
Mirov jî hinekî wekî Bavê Şîrîn, hinekî jî mîna ê çaryek rojnamevanê çavbazî ye… Hinek jî wekî min, kesayetiya wan nîvco ye û mecbûr dibin bi yekê re bêdil bijîn.
Mehmet Söğüt

Benzer Haberler

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Bu Yazıda Dikkatinizi Çekebilir!
Kapalı
Başa dön tuşu

Reklam Engelleyici Algılandı

Lütfen reklam engelleyiciyi devre dışı bırakarak bizi desteklemeyi düşünün