GAVA TU ÇÛ

Gava tu çû bêhna te li vir ma
Hejîm, pişt re bi pey te ketim
Sterk diçurisîn, dengê be di kete guhe min
Wek birûskekê dijenîm, û negehîştîm te
Tu bi asiman ketî bû
Û tarîya di bêdawî de dile min diteqî
Gava tu çû
Pejna te jî li vir ma bû, û olan dida
Dinalîm
Mina welateki dagerkirî
Wek bajareki kavil
Di gwîna min de kund dixwend
Xeletiyekim, bi xem û xewnên saw
Nikarim biedilîm edî, nava xweberoşken kambax de
Bi dileki sotî û sewî
Helbest:Mehmet Söğüt
Wene: Süleyman Danışman
