Xelata Rojbûnê

Di rojbûna xwe de qedereke li ber eynikê sekinim. Cardin aloziya min a temenê navîn xwe li min kiribû bela. Porên min têra xwe weşiya bûn, hema bêje ez bibûm keçel.
Her ji xwe re bibêjim “Di her temenî de xweşikbûneke taybet he ye” jî min nikarîbû xwe qaneh bikim. Ber bi pîrbûne ve bi gavên mezin dimeşiyam. Ya rast min wisa hest dikir. Ji mirinê neditirsiyam lê pîrbûn min dixist nava xofê. Gelo ez ê tikî tenê bimînim? Zarokên min dikarin min bişînin mala extiyara û min li wir ji bîr jî bikin; ev jî pêkan e. Her roj li dora xwe û di qenalên televizyonê de dibinim, hin zarok dikarin dê û bavê xwe biavêjin kuça jî, yê wisa bê wijdan jî hene.
Ji bo extiyar nebim, niha dixazim temenê xwe asê bikim; bila saeta min biyolojîk bisekin e! Lê berovajî, min di zarokatiya xwe de jî çiqas dixwest bila sal zû derbas bibin.
Min bêtir xwe nêzî eynikê kir, bala xwe bêtir da xwe. Şahidên herikandina emrê min, yê ber bi valahiyekî ve diçe, porên min û rûyê min ê qermiçî, ew encama ku mirov çi jî bike nikare ji bireve anî bîra min: Ji extiyarbûnê rev tune! Oy Xwedayo! Îro bêtir eniya min vebûye, porê min weşiyaye. Ez bi eceletî çûm odeya me yê razanê, min rûyê hevsera xwe yê weke gulebûkê ya ciwan û teze mêzekir. Qet behsa rojbûna min nekiribû; min xwe bi xwe got “Ji bîr kir!” “Rojbûna min ji bîr kir.” Saet dereng bû lê hîn weke zarokeke mehsûm radiket. Ez jî nikaribûm li cîhê xwe bisekinim; hesteke weke nîvco mayîn, kêm bûn li peyde bibû.
Ez ji dayikbûme; ev şenseke. Pir hindik hin tiştan jî min jiyaye. Hîn dewa çi dikim? Divê min zûka rojbûna xwe pîroz bikira lê ew çiyayê xemgîniyê din ava min de bi aweyeke çik sekinîbû; min nikarbû xwe qaneh bikira.
Bi van hizran ez derbasî odeya rûniştinê bûm. Min panjûrê paceyê girt. Çavên min li mûmikên di vîtrîna ku hevsera min amûrên xemilandinê dixistê ket. Min ji bo her 10 salê xwe mûmikek, ji 7 salê din jî mûmeke vêxist. Dûyê mûmika li odeyê belab bû. Mûmik hewayeke romantîk dan odeyê; ez lê hay bûm ku çar dilop hêsir ji çavên min hatine xwarê. Min reqema “4” di nava rêfên mêjiyê xwe yên bi toz de bi cîh kir. Ez hildikişiyam 40î. Dû re weke stêrkeke di nava şevê de asîmanan ji serî heta binî biqelişîne û bişemite ezê jî bişemitiyama û biçûma. Weke kevirekî din ava biniya bîreke bê binî de, bi tena sere xwe.
Ez li deverên dûr, di nava hizrên kûr de bûm ku keçika min û lawikê min ketin hundir. Du zarokên min ê weke gulokên zêr hebûn, di şert û mercên asayî lazim e ez nekevim tora hestên tenêtiyê. Dengê zarokên min ê şêrin di guhê min de pekiya.
“Tu çi dikî bavo? Ev mûmik te çima vêxistin e?
“Min ji bo me herîkî mûmikek vêxist, i bo me û ji bo dayika we.”
“Çima? Çima?”
Keçika min weke pisikêke belengaz xwe nêzî min kir. Lawikên min xwe avêt hembêza min. Bê sekin pirsan dipirsiyan û min jî bersivên derew dida wan! Ax, ax! Mezinbûna me… Ka ez çi bikim, min nikaribû bibêjim “Min ji bo rojbûna xwe vêxist, dibe ku dayika we ji bîr bikira.” Na, na!
Weke li hemberê min dû însanên gihiştî hebin min dest bî vegotinê kir.
“Her evin bi xweşikbunek bêhempa dest pê dike. Ger bi hin suprîz û guhertinan tu xelatan nedî evînê, wê din ava lepên bê rengiyê de bihelin; weke ev mûmikên li ser masayê de, wê xwe ber bi tune bûnê ve bine.”
Lê helbet fêm nekirin! Matmayî li rûyê min nêrîn. Ez cardin ketim nava bêdengiyê. Fikr û raman di mêjiyê min de beziyabûn.
Hevsere min çima rojbûna min ji bîr kir? Gelo hezkirina wê kêm bû ye? Çima? Min xwe bi xwe bi piste pistê got “Tu ne bûyî 40 lê qrîzên pîr bûnê di te de peyda bû ye!” Ez îro xemgîn im! Nalînên Ûsiv ê di binê bîrê de le gel yên min weke pîspîskê ye! Min berê qet guh nedida tiştên wisa, çi bû ye ji min? Dengên zarokan min şîyar kir, ez hatim ser hişê xwe. Îja lawikê min dipirsiya: “Ê ka te ev mûmika çima ji bo me vêxist?”
Min got “Lawikê min, ji bo ku bi sere rehet karibim we bifikirim,” îja keçika min pirsî:
“Ma bê mûmikan tu nikarî bifikirî?”
De were bersivê bide! Ez bêdeng mam, pirsen wan bê bersiv hiştim. “Aqlê min! Ma ez li benda çi me? Xelata herî baş ne însan e?” Şerê min ê xwe bi xwe nediqediya, suhbeta min a navxweyî dewam kir. Hevsere min li cem min bû, jiyaneke me yê hevpar dewam dikir, ma ev ne xelata herî mezin e? Dengekî ji hundir got “Belê! Tu xelat ji hebûna însana ya di jiyana mirov de mezintir û pîroz nînin. Tişteke, ser meseleye ramûsenek…” Dengê hundir îja heq dida min.

Ez li keçika xwe vegeriyam; ewê min fêm bikira. Hîn di 13 saliye lê wê gotinên min -giştî ne be jî- fêm bikira. Lawikê min jî 9 saliye. Min dest bi vegotinê kir:
“Li gorî hin kesên ku xwe çepgir dihesibînin pîrozkirina rojbûna, dilbijandana bûrjûvayaye. Tu dibêjî qey heqê çepgiran tune ye hin tiştan pîroz bikin… Belê ez jî çepgirim, zarokno! Bila haya kesî jê tune be lê ji bere ye ez pîrozkirina rojên wisa hezdikim. Her diçe jî hezkirina min zêde dibe. Ez ji mirovan pir hezdikim, xwe jî hezdikim. Çawa xelatan didim xwe, didim hin kesên din jî; ji vî awayî jî hezdikim. Bi taybetî jî ji dayika we re… Min qet navber nexistê, di her sal, di rojbûna wê de min gûlên sor jê re distînim.”
Panjûr hîn jî girtîne. Di tarîtiya loş de ez û zarokan hewldidin ku hezkirin bişînin dile hevidû. Lê nava serê min belave ye. Sala çûnê hevsera min rojbûna min ji bîr kiribû. Bi tirsa “Wê îsal jî ji bîr bike!” min xwe dixwar! Ji alîkî jî min xwe sûcdar dikir; min dikaribû bi awayekî têxim bîra wê. Feqîrê! Kar, mal, zarok; wê kengî bê bîra wê? Ya rast ez jî qet jê re nabim alîkar, dev ji kêfa xwe bernadim. Belkî min hinek barê wê sivik bikira, van rojên me yê girîng ji bîr nedikir. Vay ê di holê ye, zarok cîh de hişê min xwarin. Lê ew piştî karê derve jî tim bi zarokan re bû. Qey rehet e, ew qas berbirsyarî li ser milê wê ye…
Ez di dava van hizran de, zarok jî li hemberê min rûnişti bûn. Kenê li rûyê wan baş nedixuya lê di dile min bi bayên hezkirinê tijîbibû.
Min got “Zarokino, îro rojbûna min e!”
Ji kêfa kirin qîr û qiyamet: “Rojbûna te pîroz be bavo, rojbûna te pîroz be!”
Zarok stranên rojbûnê digotin û li dora min weke pinpinîkan digeriyan. Hevsera min jî ji ber denge wan şiyar bibû, bi gavên biçûk çûbû mitbexê. Weke bixwaze dêynê xwe ji astengiyên jîyanê yê sala çûyî bistîne, pasteyeke çêkiriye û kazaxeke paket kiriye, xelata rojbûnê… Gava min di deste wê de şûşeyeka şerabê dît, ez li ber xwe ketim, min fedî kir. Li ser ew tirşe, bi vê surprîzê gelekî kêfa min hat. Ew hesta kêmasiyê cîh de ji nava min firiya çû. Bi bişirîneke mezin kazax da deste min, got “Ka hela li xwe bike.” Min li xwe kir, ji kêfa wekî mankêna jî çend caran çûm û hatim, li dora xwe zîvirim. Hat min hembêz kir û got “Pir lê te hat!”
Ew şeytanê xemgîniyê min ji serê xwe qewirand. Ma ez hîn 37 salî me û normale ku porên min jî biweşin. Ji xwe hevsera min digot “Piştî porên te weşiyan tu li ber çavên min bêtir şêrîn bûyî.” Êdî ez 100 salî jî bim ne xem e! Em bi hevre “yek” bûn. Em çar kes bûn. Çar çiyayê hezkirinê em bibûn yek dil. Mala min a biçûk, êdî bibû bihuşta min.
Weke rojên xweşê din min ev roj jî li mêjiye qeydkir, dibe ku rojên pêş de lazim bibin.

Mehmet Söğüt

Benzer Haberler

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Bu Yazıda Dikkatinizi Çekebilir!
Kapalı
Başa dön tuşu

Reklam Engelleyici Algılandı

Lütfen reklam engelleyiciyi devre dışı bırakarak bizi desteklemeyi düşünün