Çar Derî

Hevala min dîsa dest bi dijûnan kiribû: “Va çi pirtûk in lawo. Tê bi van dîn bibî pîsê heram. Va bavêj, ez van li vir êdî nebînim!” Min bersiv nedidaye. Dikir qîjeqîj. Xwe xwaro maro kiribû. Li ber çavên min dişibî hûtekê. Lêvên wê şorr, bi enirîn dilerizîn. Min ji neçariyê, fedî dikir. Ey Xwedêyo, ev çi rewş e?! Ma ez dîl im? Ev kambaxî ê kingê bi dawî bibe. Belê, bersiva van pirsên min nîn bû. Loma piştî ku min ev pirs ji xwe dikir, bêdengiyek peyda dibû û bi awayekî heyirî di cihê xwe de sist û lawaz dimam. Her ku diçû serê min bêtir diwerimî. Gêj dibûm. Va çi bela bû ku min nedikarî jê rizgar bibim?!
Di seri de bêjim, hevala min yeka Muxribî bû. Li keviya golekê me hev naskiri bû. Porê wê yî xelxelekî, çavên wê yên zer, rakêşa gewdaye wê, lêv û hinarikên sorgewez bala min kişandibû. Durûtiya wê hê min ne dizanî ku pê derxim. Haya min ji malbata wê jî tune bû. Wê ez xistibûm nava xeyalekê. Wekî ketibim xefikekê de. Her ku diçû noqî derya xeyalan dibûm. Xwîna wê bi min şîrîn dihat. Ewende ku ev keçika Muxribî deq bi deq li ser Kurdan ve diçû. Gava ku min dîtibû, min got, “Pişrast im ku ev Kurd e.”
Xwe rebenokî dikir. Dilê min pê dişewitî. Nedigot malbat û xizmên min li vir in. Pişt re bi fêhl û fitûyên wan hesiyam.
Bira û xizmên wê tev li Swîssre dijîn. Daberizîn û lêdan serbest bû, lê jê cudabûyîn qedexe bû. Ji hev cudabûyîn dibe ku bûbûya sedema mirinê. Min dixwest birevim. Dûr hey dûr biçim. Ev rewşa xirab weke destdarekî dilê min hûr û kûr dihêrand. Nav van rojên bed de asê dibûm. Karê min î lê dixebitîm hinekî dijwar û giran bû. Her destê sibehê radibûm diçûm kar û heta danê evarê dixebitîm. Xwedêyo, ma ev jî jiyan e, min digot xwe… Wele min nedizanî… Ew karê min, cihê febrîqeya qutîkên mûzîkê li Sainte Croix jî tim sar bû, bi mij û dûman; rûtirş, êş û dilreş wekî welatê sêwiyan bû. Rewşa weletê sêwiyan her ku diçû hê jî xirabtir û kaviltir dibû. Her tişt ji min re dibû derd û kul, xemgîn û dil bi êş dibûm…
Dîsa dengê qîjîn û qareqare hevala min dihat. Lê zîvirîm. Bihêrs derî lêxist û çû. Qutîka muzîkê beramberî min bû. Giraniyek ez dîl digirtim. Min nema karî derd û kulên xwe ji qutîkê re bêjim. Palikên çavên min, aramî nedidan min. Paşê jî ez raketim. Ketim nava reşîxewnan. Ez pêpelûkan ve dadigerîm. Tarîtiya jêrzemînê de meşiyam ber lempeyê. Bi Pêxistina lempeyê re min pirtûkên xwe dîtin. Di nav toz û gemarê de mabûn. Min destên xwe ser wan re paland. Toza li ser pirtûkan, di hundirê jêrzemînê de belav bû. Gewriya min şewitî, dilê min sot. Rih û canê van pirtûkan jî hebû. Tîrêja wan, mirov ronî dikir. Xweşî didan dilên mirovan. Ev dijminahiya bi pirtûkan re ji bo çi bû, tênedigihiştim. Destê min li ser yekê sekinî. Min ew vekir. Bêhna kifnikê jê difûrî. Di nav rûpel de hin tişt bi gewde bûn. Her ku çû di nava tarîtiya tirsnak de winda dibûm. Sê deriyê darîn li pêşberî min bû. Bêhemdê xwe, min ji wan sê deriyan yek jê vekir. Ewil min jî nezanî çi diqewime.
Li ser banê avahiyeke bilind bûm. Pêşberî min çar balindeyên dirinde firiyan. Li ber bayê wan, şax û çiqlên dara çinarê şikiyan. Her balinde bi liv û tevgerên xwe mîna kesekî zikreş xuya dibûn. Yekî, neynikek li pêş serzikreş ragirt. Neynik, şika û bû hezar perçe. Di her perçeyekî de hezar kirêtî xuya dibû. Û ew keniya. Bi kenê wî zarok veciniqîn. Ewqasî lewitî bû ku ew gemar û qirêja wî, li kolanan belav dibû. Kolanên tijî xwîn û hestî. Mîna sawêrên şevê, çar aliyê bajêr dagir dikirin. Ango mîna marên reş xwe di hawirdora bajêr de dilifandin. Dengê qîrînekê ji nêz ve hat. Li xwarê aloziyek bêhempa berdewam bû. Şer dest pê kiribû. Min didît. Pîrejinekê destên xwe rakiribûn û dilorand: “Xwedêyo, me çi ji te kir ku te ev tişt anîn serê me?!” Di nav kavilan de bû. Dest û pencên wê, kevir û dar radikirin û diavêtin. Pêjna qîrîna wê, erd û asîman dihejand. Lê dilên reş û çavên girtî, xwe nediguhast. Bi tikûtenê ji Xwedayê xwe re lava dikirin. Di rewşeke bêyom de bû, loma divabû ji xwe re çarenivîsek durûst bikira. Lê ne di destê xwe de bû.
Çavê min li deriyê duduyan ket, nêzî derî bûm û min hêdîka vekir. Derî di kolanên berteng de vedibû, di nav van kûçeyên teng de meşiyam. Di nava tarîtiya tîr de, bêhna kevnetiştekî hezar salan dihat. Bêhna xemxwariya hezar salan, dilê min disot. Derûdora min tijî zarokên çavxembar bûn. Kalemêrek nêzîkî min bû. Wî, hinek kes nişanî min dan. Yekî, destên xwe yên jêbûyî rakirin. Hinek kesên ku li wir ê birîndar bûn. Tevzînokekê canê min dagirt. Zarokan nedizanîn dê çi bikin. Di metirsiya çavên wan de, asê dimam. Qîjîna zarokan guhê min kerr dikir. Kalemêr, bi awirên tûj, bi lêvên lerzok digot:
“Derdora me girtine û wê yeko yeko zarokên me bikujin û malên me hilweşînin!”
Hatim pêşiya deriyê sisiyan. Ez dîsa di pêpelûkan de dadigeriyam. Metirsiyê konê xwe, di dilê min de vedabû. Hestên min serobin dibûn. Ew pîrejina bi nalîn û gazîn, ji ber çavên min nediçû. Qîrîna wê di guhê min de olan dida û dilê min bi wê disojî. Lê min nedikarî tiştekî bikim. Dest û lingên min hatibûn girêdan. Û xeleka di stûyê min de her gav teng dibû. Vaye bêhna min diçike. Dara hêviyan pelên xwe diweşand. Vêga gihiştim jêrzemîneke din.
Dervêyî jêrzemînê gumeguma tenq û helîkopteran bû. Teqreqa tivingan û topan… Li hawirdora min jî hinek heval hebûn. Di awir û nerînên wan de tîrejên hezkirinê diçûrisî. Tîrejên gewez a Bircabelek jî xwe diguhestin wan. Loma nema ditirsiyan. Ji her aliyan de mirin dibarî û gelek ji wan jî birîndar bûn. Hinek ji wan zarok bûn. Piyê zarokekî jê bûbû. Devê wan ziwa bû. Mîna çivîkên ku di hêlînê de devê xwe vedikirin, ji bo dilopek av û gepek nan. Min dixwest, bask li wan şîn bînim, ew bibin balinde û bifirin, biçin serê çiyayên bilind û azad. Gava ku ez di van hizran de diponijîm, yekî xwest derkeve. Û yekser gulle lê barandin. Kesekî temenê navser ku por xwelîrengî bû bi kenekî ku baweriyê dide meriv, moral da wî:
“Ew dirindeyên zikreş wê tu caran bi ser nekevin. Belê, dibe ku em di vir de bimirin. Lê armanca me wê tu carî têk neçe. Ev der cihê Memê Alan û Zîna Zedan e. Ger em di vir de bêne kuştin, hemû mirov ji ber vê rûdanê wê berpirsiyar bin. We jî dît, çend roj in kevir li ser kevir nehiştin. Dayikan zarok xistin nava sarincê. Termên dayikan di kolanan de man…”
Gava zilamê bi ken diaxivî, helbesta Evdila Peşew hat bîra min:
Ez pişteke birîndar im
Li ber qamçiyê xwe rabûme
Ez lehiyek bêxuy im
Li ber keviyan rabûme
Ku dor li min teng kirine
Ez danaynim!
Careke din ranazim ez
Bi bişirîn zilamê bi ken dinehirî. Qala gelek tiştan dikir, lê nedizanî ew ê li hemberî wî têdigihe an na. Temenê wi çardeh salî diyar dikir. Ev tiştên dihatin gotin jî giranbuha bûn. Ser dirûvên wî, ewrên şîndar tevdigerîn. Dengê teqinekê hat. Jêrzemîn hejiya. Ew pêlek bû çav li derve diketim. Matmayî bûm. Ewende, xwîn di rayên min de dicemidî. Min nedixwest hilmê bistînim û berdim. Dinya li min bûbû gilokek pêt û her ku diçû di dilê min de ar gurr dibû. Zikreş, mîna kûçikan diewitî; her û her dikir ewtewt…
Mal û milk û saman, wêran dikirin. Qîrînan, erd esman dihejhejand. Zikreşan, gulle direşandin. Çavên wan ên tije bi xwîn, ji nêzîk ve xuya dibûn. Dengê reperepa potînên di piyên wan de, bi her gavê re nêzikî me dibûn. Di bin lempeyê kolanê de, çekên zikreşan dibiriqîn. Hawariya şêniyên bajêr, wekî kêrek ku di dilê meriv de diçû, dibû. Her ku çek diteqandin, tarîtiya jêrzemînê wenda dibû. Ronahiyeke xapînok direşand ser me. Qîrînek hat guhê min. Nifir dikirin. Weke ku merivek di xewna xwe de kesekî ji dûr bibîne, şibî sîbera merivekî xuya dibûn. Kavil dikolan. Zarokên wan di bin kavilê de mabûn. “Xwedayo” digotin, “Tu mala zaliman hilweşinî. Ev çi kareset e. Gelo me çi ji kê kir? Me mala kê sot ku, van tiştan tînin serê me?!” Dengê gulleyan hat. Qîrîna wan jî qut bû. Ketibûn binê bîra nemanê. Ne qîr mabû ne jî giyan. Dilê min bi xurtî lêdida. Girnijînek li ser lêvê min bû. Min dixwest têra dilê xwe bigirîm. Stêrk li asîman dixuricîn. Ji bo ku van tiştan nebînê, heyv bilez diborî. Rojê dixwest hişyar nebe. Wan jî kul û keser di dilê xwe de dihebandin. Dibûn şahidên hovîtiya xwînxwaran. Û ew jî neçarbûn…
Kevok li ser kavilan lusiyabûn. Nikilên xwe li erdê didan. Perên wan li erdê weriyabûn. Bi teqînê re ji cihê xwe pengizîn. Lê nikarîbûn bifirin. Min berê xwe da aliyê ku dengê teqînê jê hat. Zikreşan di nava şabûnekê de bûn.
Gava ku min ew dîtin, goristan hate bîra min. Veciniqîm. Li birîndaran zîvirîm. Sawê bi çarşefa xwe, ewrên dilê zarokan nixumandibû. Dilerizîn. Êşa canê wan, ew reşûşîn dikirin. Mirûzên wan bi êş diqermiçîn. Diranên xwe diçirisandin. Rondikên çavên min dihatin xwarê. Neçar bûm. Her ku diçû jêrzemîn jî germ dibû. Û hê zêdetir tî dibûn. Xwarin jî nemabû. Nedizanîn wê çibikin. Wê ji nav van hovan çawa rizgar bûbûna. Zilamê por xwelîrengî li ser van tiştan diramiya. Fikrên xwe ji hevalên xwe re parve dikir. Zarokek nêzîkî wî bû, got:
“Heval, em ê di vê kunê de çawa derkevin?” Bersiv da:
“Hinek sebir bike. Hevalên me yên derve dê bi me ve werin, wê me rizgar bikin. Lê ev rê vîn divê, berxwedan divê. Heta îro, bi hezaran mirov mirin. Lê ji doza vê evînê qet bernedan. Divê em jî wekî wan bin!”
Mal dişewitîn. Li hawîrdorê mişt perçeyên hestûyan xuya bûn. Min hest nedikir ku çavên xwe li wan bibirim. Zikreşek dikeniya û devê wî heta guhên wî vedibû. Dixwest hemû mirov û kelûmalan, derûdorê tev de bixwe. Û di jêrzemînê de bêhna dûxanê difûrî. Sêwiyên gerdûnê, ji bêhna dûxanê û ji bêhna sêvan di nav tirseke mezin de bûn. Agir nêzîk dibû û ez qîriyam. Ji teqereqa deriyê çaran ez hişyar bûm.
Dengê lêdana derî dihat. Min derî vekir û min dît ku jina biyanî li pêşberî min e…


Mehmet Söğüt

Benzer Haberler

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Bu Yazıda Dikkatinizi Çekebilir!
Kapalı
Başa dön tuşu

Reklam Engelleyici Algılandı

Lütfen reklam engelleyiciyi devre dışı bırakarak bizi desteklemeyi düşünün