SEYÊ BI GUHARK

Ji ber dûxana cixarê û heşîşê, dîwarên restorantê reş bûbûn. Li ber lampeya kêmron de serê bêvila wî zor xuya dibû. Ronak wekî her carên din, dîsa xwe di quncikê de tepisand. Keçeke hûrik û porgijolî bi hezkirin li Ronak dineherî. Ronak, wekî ku ji ser hişê xwe çûbe, di rewşeke xewn û xewîn de bû. Wekî ku li ser ewrên spî ku mîna pembû, mirov tev piçûk xuya dikirin. Dema ku ev mirovên hûrik tevdigerîn, girs dibûn û wekî seyek guhark di guhê de, dişibîn dêwan û ew se bi girnijîn xwe diavêt ser laş û gewdeyê Ronak.
Ecêb dihatin xuyakirin ku dilqê wan mûşteriyan dişibî xirpaniyan û ji ber heşîşê rûyên wan çilmisî bûbûn. Yekî ku por û riha wî di nav hev de bû, qedeha xwe rakir:
“Dostîno, ji bo şerefa we… Ne em nebaşiyan dinasin û ne jî nebaşî me dizane! Ez ji bo dilê we yî pak divexwim, baş e, ji bo şerefa we!”
Yên din jî bi heman peyvan bersivandin.
Ronak, bi hejîn kenî. Ronak ew zilamê ku wî bersivandibû, şiband kûçikê girs yê bi guhark. Ji nişka ve giraniyekê xwe berda ser gewdeyê Ronak, li ser rûyê wî kenek tahmtûj belav bû. Peyre, di quncika xwe de, li ser kursî tepisî. Goşt li ser serê wî belawela dibe û ew se dihirmijî. Piyê wî zilamê ku wekî ew kûçikê girs didît, gez kir.
Di ber xwe de :
“Dê hewl bide! Tu çi disekinî, vî zilamî bike piçik û parî, dê te bikuşta!” kir qîrîn.
Ew kesên ku li wir hinek ji wan bi baldarî, çavên zîq li Ronak dinihêrîn, hinekê din jî qerf û henekê xwe pê dikirin.
Ew keçika porgijolî:
“Dê, hewl bide, em ji vir herin!” got. Wexta ku Ronak xwe spart wê keçika lawaz, ew seyê bi guhark carina nêzîkî Ronak dibû, carina jî dûr diket. Ronak bi tirs bû ku, ditirsiya xwe bavêje qirka yekê ku li ber wan derbas dibe. Zilamekî bi çavên beloq nihêrî û ew zilam bi dilekî tirs ji cem wan dûr ket.
Keçik, çend gavan li pey Ronak ma û lê nihêrî. Bi hezkirin, da ber sînga xwe. Wexta ku dît wekî kitikekê xiloxe bû, gav ber bi çem avêtin. Dema ku gihiştin ber çemê Yverdonê, heyv, li ser avê direhilî. Ji nişka ve, ewrekî gewr ket ber sîbera heyvê. Derûdor tev tarî bû. Tenê, dengê şirîniya avê dihat. Keçika ciwan, bi şid, Ronak hembêz kir. Li hember vê hembêzkirinê Ronak di serî de bêzar bû. Hêdîka, bi tiliyên xwe yî nerm û henûn por û serê Ronak perixand. Dest û tiliyên keçikê germ bûn. Ronak çawa germahiya dest û tiliyan hîs kir, xwe sist kir. Di dilê wî de çirûskên evînê peşikîn. Bi hezkirin û mirovanî xwe li gewdeyê Ronak mîna lavlavkê pêça. Xwîna Ronak germ dibû û dilê wê bi kelecanî lêdida. Ronak jina xwe ji bîr kiribû û xwe di nav çengên keçikê de sist kiribû. Ew destê ku di nav gewdeyê Ronak diperixand û digeriya, Ronak diheland.
Lez û bez cil û libasên xwe li xwe kirin. Carekê de asîman tevlîhev bû. Ewr jî şaşo maşo bûbûn; hîv carina xwe vedişart, carina jî dixuya û tariya şevê ronî dikir. Ji nişka ve sîbera tiştekî xuya bû. Sî, gavên bi lez nêzî Ronak bûn, got qey ev sîbera jina wî Kejê ye. Ronak, bi qîr serê xwe xist nav pêsîra keçika porgijolî.
“Min biparêze delala min, ji bo Xwedê bikî, min li ber destê vî seyê bi guhark nehêle!” got. Wexta ku digirî, gewdeyê wî tev dilerizî. Ew keçika ciwan tênegihişt ku çi diqewime. Wexta Ronak wê hembêz kir û xwe sparte wê, kêfa wê hat. Por û serê Ronak perixand û lamên wî ramîsand.
Ronak, biryar dabû ku çawa roj hil bibê dê biçûya malê. Wexta ku ber bi rêya malê ve dimeşî, te digot qey ew seyê wekî dêwa, dida ser wî. Çavên xwe girt, pêşiya xwe nedidît. Wexta ku çavên xwe dîsa vedikir, heman dîmen didît. Piyê wî li berekî ket, bi hêrs çêr dan. Divabû dem ji demê zûtirîn bigiha malê. Gihişt malê, bêhnefişk pê ketibû. Pehînek li derî da. Kejê, bi mehdekî tirş derî vekir. Herdu jî neaxivîn.
“Nêzî min nebe, na, nêzî min nebe! Min gez neke, gez neke! Çima kesek ji min hez nake!? Tu çima dixwazî min gez bikî? Ma min çi ji te kiriye!?” Ronak bi qîr û qîj diaxivî. Her ku qîr dida, bêhna di hundir de genî dibû. Kejê dest bi girî kir. Dilê wê bi mêrê wê dişewitî. Dizanî ku alkolê vedixwe, lê ev çend rojên dawî bû ku Ronak, ji hedê xwe zedêtir vedixwar.
Ronak ji erdê rahişt pateyekî û got:
“Biner, kûçikekî min jî heye, seyekî bi guhark, nêzî min nebe, dê te gez bike. Ez dîn im ne wisa? Ango tu wisa difikirî, lê ez ne dîn im, na ne dîn im ez! Tu kemasiyên min nîn in, lê hûn dibêjin qey ez dîn im, bes e, ez kerixîm êdî!”
Kejê, deng nekir. Ronak çû menzela ku timî daîm tê de heşîşê dikişîne. Bi lez û bez cixara xwe pêça. Dest û tiliyên wî direcifîn, derbikek vêxist bêhnek kişand, dû di xwe de hişt, peyre serê xwe rakir jor û wekî ku tiştekî bi qîmet be ew dûxan hêdî hêdî ber bi jor ve berda. Dû re bêhneke din ji heşîşê kêşa nav kezebên xwe… Hêdî hêdî gewdeyê wî tevizî.
Kejê, êdî nedizanî ka dê çi bike! Dixwest wî bibin nexweşxaneyê, lê dizanî dê Ronak li dijî vê biryarê derkeve. Li ser kursî rûnişt, bi destên xwe rû û dêmê xwe girt û dest bi girî kir.
Ronak dîsa dest bi heman tiştê kir û jina xwe wekî ew kûçikê bi guhark xeyal kir. Ji ber tirsa canê xwe dubare qîrî. Bi hêrs lêgerîna tiştekî kir. Darek xist destê xwe û çû ser Kejê. Kejê bi tirs reviya menzeleke din. Li polêsan geriya ku wê ji nav lepên Ronak rizgar bikin. Çavên wî sor û bi xwîn bûbûn. Ji tirsa direcifî…
Polês hatin û ew gewdeyê wî li êrdê xirxirandin ku Ronak hîn di wê tirsê bû ku ew seyê wekî dêwa û bi guhark tê ser wî.
Mehmet Söğüt
