DARA HÊVÎYE

Bajerêkî kavilim edî, ji her kevirêkî min de dengê qîrînên bêeman
Ziwa bû êdî derya ya şanaziyê, bû wekî pelax
Gulle tên kenê min î reş dikevin anha
Dipekin gotinên bêbextîyan
Miçiqî kaniya ku diburiqî, nema keleha qiristalî
Dilê min de dengê xuricîna stêrka û behna kulîlkên çilmisî
Min mêj de gotî bû, çûyina te ye bibe sedêma mirine
Dara hêviye nerm, hişkbûyî bû
Wek dayika taybet a ser sûke
Wek termê zaroke sarince
Wek Efrîna ku anha kavil
Mîna Stefan Sweig e terkeserê dinyaye
Efare me ji bili te, vikûvala
Dadgeha dilan jî heye xanim, yek caran dixwazim te yekser darizinîm
Bi destên lerzok, bi dilekî şewat
Mehmet Söğüt
