RONAHÎYA ENÎBENDİKEN SOR

Navê te kaçûmanok, navê te bêndera tayê
sira nesimî hênik tenik, dil çola kerbelayê
Arjen Arî
I.
Ev çend sal in li xerîbiyê me. Sîh sal e, an jî zêdetir, qet nizanim. Her tim di nava tarîtiyekê de me.
Dem wek avê diherike û her tişt têra xwe diguhere. Lê ez tikîtenê me, tenêtî zik û pişta min dide hev û min diguvêşe… Ne tirêjên rojê, ne jî çirûskên stêrkan dixwazim bibînim. Restoran û mexaza li qata xwarê ne. Li wir dengên herî nexweş tên guhê min. Dengên kûr û tekel. Her difikirim, kortikên çavên min tijî dibin. Xwîna min wek siruştê zer bûye. Pelê li ber bayê kaş dibin. Dengê baranê tê û hewa sar e. Ma kengê ne sar bû ev welatê Swissre? Baş e ku ew qutîka min a muzîkê heye, qutîka entîke. Fransîn a Lozanê beriya ku bimire, ev qutîk da bû min. Lê min nizanîbû ewqas giranbûha ye. Em di heman taxê de bûn, her roj di heman saetê de dihat kafeya qeraxa golê. Yek carinan min alîkariya wê dikir, roja berî Noelê jî ev qutîka muzîkê diyarî min kiribû.
Qiraxên qutîkê ji camê hatiye çêkirin û mekanîzmayeke wê heye, gava ez eyar dikim, dengê muzîkek xweş jê bilind dibe, ez bi xêra wê hinek êş û elemên xwe jibîr dikim. û di xeyalan de li welatê xwe digerim. Bîskekê bêhna kulîlkan tê pozê min. Sermest dibim û dilê min geş dibe. Bêyî van xewn û xeyalan, ez dizanim, ez ê yekser bimirim…
Tu yî hevala min qutîka çeleng! Her wekî tu jî dizanî hevjîna min jî hebû. Lê me lihevnedikir. Di navbera me de tim şer û pevçûn çêdibû. Ya niha her roj tê li derî dixe û derûniya min serobino dike. Ev karê wê ye. Tê bîra te, şevekê dîsa em lihev ketibûn. Rûye min tev xirmişandibû. Ji bêvila min xwîn diherikî. Bi vê rewşê derketibûm derve û di nava berfê de bi girîn dimeşiyam… Ew şeva sipî çiqas dirêj bû Xwedeyo… Min mirina xwe ji Xwedê dixwest. Dengê çêrên wê di guhê min de dikir zinge zing. Jiyana min bibû dojeh… Hêvî… Hêviya min ew bû ku di nav wê tarîtiyê de, çirûskek pêkeve. Min berê xwe dabû asîman. Neçar bûm. Wê şevê min biryar dabû ku ji hevsera xwe veqetim û pê re, jê veqetiya bûm. Min wê şevê, tenê min ‘ew’ bi xwe re biribû û derketibûm. Tê bîra te?
Hemû kul û keserên dilê xwe ji te re dibêjim. Naxwazim bi mirovan re têkîliyên xwe xurt bikim. Ji xwe têkiliya bi hinek mirovan re min têr nake. Wan durû û dirinde dibînim. Naxwazim di nav berjewendiyan de bijîm. Hinek hevalên min hene, lê ew jî ji min dûr in. Gava ku em tên ba hev, tim qala welat dikin.
Bi kurtasî naveroka sohbeta me wiha ye: “Zikreşan dîsa sivîl kuştine. Dîsa gund şewîtandina. Dîsa lêdan li mirovan kirine. Welatê bindest, welatê birîndar, welatê sêwiyan…”
Ax qutîka min a delal, di nav dilê min de êşên min wek çemê Dîjle û Ferat dirêj dibin û diherikin… Her şev bi qîrînekê hişyar dibim û ji dengê xwe ditirsim. Dengê min dibe hezar wesle û ez xwe nabînim! Li welatê xerîbiyê jiyan, mirineke zindî ye, kerbûne, bêzimanbûne! Ji zûde ye min, peyvên li ser zimanê xwe jibîr kirine, wek miriyekî giran e laşê min.
Xwezî dermanê jibîrkirinê hebûya! Yan jî ez bimrama! Serê xwe datînim ser palgeh, xew dibe hûtek heftserî! Ax, Xwedê jî ne bi me re ye! Kulmek xew, di nav çavê min de! Di serê min de dengên keleşkofan, qîrîn û hewar… Dû re agir bi canê min dikeve, qirik li mîn ziwa dibe.
Penaber bûm ku ji welatê xwe dûr…
§
Êdî wext hatibû û bi kelecan min bilêta xwe birî. Belê piştî ewqas salan, ez ê biçûma welatê xwe. Hemû cureyên hestan, xwe digehandin hiş û aqilê min. Şanazî, tirs û xemgînî… Yeko yeko dihatin û rih û canê min dîl digirtin. Dilê min dilerizî. Min digot, “Xwezî ew rojên xirab qet neqewimî bûna.” Ji hêlek din jî min ev digot: “Ew roj rojên dilpakî û rêzgirtinê bûn. Hevalbendî û fedakarî di asta herî bilind de bû.”
Hest û ramanên lihevketî min serobino dikirin. Ji dengên min ê hundirîn, ji her seriyekî dengek derdiket. Lê min biryar dabû. Neçûyîn ji bo min êdî xiyanet bû. Dudilî ne karê min bû!
Gava li balafirê siwar bûm, hestên min hîn zêdetir têkel bûn. Nava tarîyekê de bûm. Lê ji dûr ve çirûsk xuya dibû. Divê ez biçûma wir; cihê bav û kalan… Hema min carekê bidîta, bila ez êdî bimirama, dê nebûya xem. Miraz û meqseda min bû welêt. Zarokatî û xortaniya min dihat ber çavên min. Dayîk û bavê min jiyana xwe ji dest dabûn. Xwedeyo, ez ê bibûma mevanê kê? Piştî ewqas salan, wan ez ê nas bikirama? Nizanim…
Digel wan hestan, nizanim ez çawa ketim gumrikê. Polês li min nihêrî. Ew çi awir bûn! Rûyê wî wek cemedê, te digot qey sed kes kuştine. Di laşê min de sarbûna miriyekî… Diricifîm. Poşman bûm. Bi paş ve çûyîn jî ne pêkan bû. Bêhna min diçikiya. Gupgupa dilê min bû. Ya rast, ez ne mirovekî tirsonek im. Lê gava ku ez leşker û polêsên zikreş dibînîm, dikevim tayê, hiş û aqilê min diçe. Polês bi çavên xwe yên zexel, li min nerî û bi dengekî herî hevrik got: “Derbas be!” Min di dilê xwe de got, “Spas ji te re Xizirê dilovan.”
Belê qutîka delal. Heta çûm gundê xwe, xew neket çavên min. Weke di nava xewnekê de bim. Roj li min dirêj dibû. Bûbûm Odysseus. Me yê bidîta bi vê rêwîtiyê, wê çi bihatiba serê min. Di hişê min de pirs, wekî ristikek di gerdana jinekê de bûbûn rêz. Wekî ku kesek li ser nimêjê bi tizbiya xwe selewata bipispisîne; yek diçû û yek dihat. Gelo, li gund kî hebû? Mala ku tê de mezin bûbûm, gelo niha çawa bû, hê li ser piya bû? Ew xaltîkên bi enîbendikên sor, dijiyan an na? Bersiva van pirsan tune bûn. Ji ber ku hemû têkiliyên min, bi şêniyen gund re qut bûbûn. Tîrên poşmaniyê di dilê min de diçikiyan û serê min ditevizî. Bi fikrên kûr mêjiyê min pûç dibû. Êşên min şax didan û her û her diçû zêdetir dibûn.
§
Danê evarê ez gihiştim gund. Gava ji seyyareyê peya bûm, wek peykerekî di cihê xwe de mam, lingê min bi min re nediçûn. Mîna ku ez hatibûm cihekî xerîb! Ka gundiyên berê ku bi dengê trembêlan tev dixûricîn ber derî û ser bibanan. Ji bo ezimandinê bi hevre şer dikirin, hevidû tamdidan. Bayekî şîregermî, bi yek carê dil li min xemgîn kir. Min hêz da xwe û berê xwe da nav gund.
Ne çivîkek ne mirîşkek ne jî kûçikên har hebûn. Nizanim, çima min ji war û wargeha xwe şerm kir? Qirika min ziwa bû, min xwest ez bi dengê berz û bilind bigirîm. Li pişt paceyên piçûk lembe vêketibûn. Ber êvarê de qirçîna dengê deriyên bi zengar belav dibû, peyre dîkek bê wext bang da, bi vî dengê dîk re hinekî dilgerm bûm û min gavên xwe mezin avêtin. Çawa ku bêhna rêx û zibil xwe li firnikên pozê min da bêhemdî min çav li min şil bûn. Xaltiyek porhine, tenûr şîş dikir, jinikek ter û ciwan gûlokên hevîr di nava destê xwe dibir û danî. Sê çar zarokan gava min dîtin, xwe sipartin pişt dîwêr û bi awirên revetirs li min nerîn. Min xwest ez gazî wan bikim, lê ziman di devê min de bûbû jahr! Berê ne wisa bû. Gund tijî mîrov bûn. Ew mirovên dilsoz û dilgeş… Ew xwarin û vexwarina dihat parvekirin. Zarok dotira beyanî heta êvaran, bi lotikan kêf dikirin. Keç, bi awayekî herî nazdar diçûn ser kaniyê, xort jî tim li dû wan… Li ser lêvên her kesekî kenekî tenik û jiyaneke mîna gencîne…
Û hestên bi saw, ez radipêçandim. Berê dilêşiya herî mezin lêdan û zextên zikreşan bû. Ji bilî wan zikek bû, bi her awayî dihat tijîkirin. Bi aheng û şanazî du sê kes dihatin, li têlên tembûrê dixistin. Her kesek radibû semah û dîlanê. Jixwe ew şevên zivistanê, ew xweberoşkên efsûnî vedigotin û me bi xwe re dibirin demên dêwên duserî û marên qalind u pîştzer. Ew vegotinên bisêhrîn…
Marên bi jahr bi nav gund ketibûn, bênavber zilm û zor pek anîbûn û sêwî reviyabûn. Dûr û dor bi dor.
Dê û bavê min hatin ber çavên min. Min got, wan ev rojên wiha bidîtina, dê çi bikirina? Dê ji kerban, xwe biavetina kîjan çiyayî? Yê serê xwe li ku bixistina? Hemî rabûrdiyên me jî hilweşiya bûn. Ew rojên me yên xweş… Ew payinên bi tirs. Dê demildest hilkişiyana çiya û baniyan. Tore bûm û min di devê xwe de diranên xwe şidandin. Dinya, li ber çaven min tarî bû. Serê min dizîvirî. Ser çogan ketibûm. Ser heşê xwe çubûm. Di vê navberê de, dengek hat, xortek bi awirekî ecebmayî li min dinêrî. Me hevidû nas nedikir. Lawê kê bû, kesayetiye wî çawa bû, min nedizanî.
“Apo, tu li kê digerî?” bi Kurdiyeke ku tije peyvên Tirkî ji min pirsî.
Bersiva vê pirsê ewqas dijwar bû ku, gewriya min ziwa bûbû. Min ê çawa bigota, ez li rabirdûya xwe digerim. Serpêhatiyên xewar, jan dida dilê min. Azarên zîz. Xort bi tiliya xwe malek nişanî min da.
Ez di nava xwêdanê de mabûm. Betilî bûm. Dû re min çavên xwe gerand, min digot gelo yekî nas heye an na? Tune bû. Min berê xwe da pîrejinan. Li ber tenûrê jin kom bûbûn. Pîrek ji extiyarî devê wê digihişt erdê, piştqof, gava ku min bala xwe dayê, min pîra Sêvê nas kir. Gopala wê di destê wê de û li dûr dinerî û lêvê wê direhelîn. Min li ber çog da, dengên nas yek bi yek rêz bûn…
Di gundê me de sêzdeh mal mabûn. Hewar bi sed dengî. Berê şînaye gundê me bi nav û deng bû. Lê êdî tiştek nemabû. Dengê çivîkan, şehlur û bilbilan qût bûbû. Dengê kundan ez vediciniqandim. Mala me jî hilweşiya bû. Dilê min mîna li ser sêla agir dikizkizî. Ew keçikên sipehî, ew jiyana bi rûmet, ew xortên dilsoz nemabûn. Min nexwest ez herim dora mala me, hê min ew vîn di xwe de nedidît. Li ser dara tûya me, kundek wekî pepûkê dikir qûûqûûû. Min bi dilekî kovan şibake girt, bêhna şîrînahiya payîzê û dimsê bi bayekî xemgînî re difûriya.
Wextê reza bû û di nav gund de çend kes mabûn. Êvarî em çûn ser reza. Wisa xwezayek bêdeng û bi efsûn hebû ku bêhemd xofek dihat mirov. Dengê req û beqa her bilind dibû, çivîkên şevê wek birûskê bi hewa diketin. Agirê di sîtilê de wisa şûhle dida ku dilê meriv çoş bike. Bi derbekê de, dor li min pêçan, rûyên zarok xort bûn, rûyên genc qermiçî bûn… Her tişt diguhere lê çav û awir qet naguhere… Em çûn ber agirê herî geş! Nizanim, çima pêlekê bêdeng man. Lê Mehmet Şah Siltanê dengbêj gihişt hewara me, destê xwe avêt ber guhê xwe û kilamek bi deng kir:
Edaleta dinê li ku derê ma
Be hey Mereş Mereş xwîniyê Mereş
Çavê xelkî Kurmanc giştî li rê ma
Be hey Mereş Mereş şewitî Mereş…
Kilam li ser êş û elemên wê roja reş bû. Piştî kilamê, me şînek wisa girêda ku xweza jî bi bêdengiya xwe tevlî me bû.
Li dora agir, piranî pîjikên xwe li erdê didan û hêdî diaxiviyan û bêhemd li dora xwe dinêriyan. Qîza xaltiya Sêvê, eside û gûz anî û pê re bişirî got: “Li Ewropayê, belkû we eside ji bîr kiribe!” Gava min eside dixwar hevalê min ê xortanî Bayro ji bajêr hat, gava me hevidû hembêz kir em herdu jî giriyan. Bayro, kesekî xebatkar bû, nezewicî bû, wê şeva ku em heta sibê diaxivîn, digot: “Çi lazimê min e zêr û zirç! Heta ez saxbim, hestiyê min sax be, ez ê bixebitim.” Gava min destên Bayro yê terikî dît, jan da dilê min! Li dibistanê çiqas wêneyên xweşik xêz dikir, mamosteya me ya ji Îzmîrê mat û metal dima, jê re digot: “Tu here dibistane hunerê!” Bayro dikeniya û digot: “Erê diya min, xwêya te ziwa ye, bila huner ji we re be!” Bayro diaxivî, li ser hev pirsan ji min dikir: “Hûn li welatê xerîb têr lotika davêjin!” Bi gotina wî min nikarîbû jê re bêjîm “Lo Bayro lo Bayro, dîtin û gotin nabe yek birê min!” Wek berê cixareyên xwe stûr dipêça, cixareyek pêdixist yek ditefand. Gava şev diheliya û diçû, digot: “Êdî em ji we bêtir bajarî ne ha! Em êdî karik û berxikan ji mêvana re serjênakin, dewê me yê kîs jî tune ye! Em çawa bikin, we me herimand!”
Berbangê de em çûn gund, ji ber mala me derbas bûn! Bayro, çavên xwe kuta çavên min, firnikê pozê wî lerizîn û pê re pişta xwe da min. Ew ji min bêtir dil teniktir bû. Min xwest ez xwe bavêjim nava herikolka mala me û ez bizûrim. Oy Xwedê, em zaroyên damariyêne qey! Tu li ku yî? Wekî dîna li dora xeniyê me yê herifî diçûm û dihatim, Bayro jî li ser hev cixare dipêça. Zarezar û qêrinên jin û zarokan ku di dilê min de jan dida, yek carinan jî dengê teqinan bela dibû.
Dotmame min Xezal, ji bajarekî din hatibû. Ew ji min piçûktir bû. Wê min nasnekiribû. Rihê Xezalê serobino bûbû! Di nav deryaya xewle de bû, her tim berê xwe dida çolan, carina bi sergiranî diaxivî, carinan jî dîn dibû û bi çola diket. Her serê sibê gava ji xew şiyar dibû, dest bi wê rojê dikir, wisa diaxivî ku kef bi devê wê diket, çavê wê fireh dibûn, dilerizî û wekî ku ta bigire, li erdê diperpitî. Ew jî wekî min, bi tena serê xwe bû. Hemû zarokên wê çûbûn welatên biyaniyan. Digot: “Mêze bike, ku ez wisa bang nekim ez ê biteqim!”
Em çûn mala pîra Sêvê. Bi dîwar ve wêneyê teyrê tawis daleqayî bû, li erdê jî xalîçeyên bê payan hebûn. Xwarziya wê Zînê jî li wir bû.
Min çavê xwe da kofiya xaltiya Sêvê. Zanîbû ku ez li kofiya wê dinerim. Ji nişke ve rabû, wek milyaketekê bişirî, got: “Bi sala ye ku min sindoqa xwe venekiriye, lê ez ê bo te vekim. Em çûn ber sindoqa darîn. Rengê sindoqê helesor bû. Vekir. Bêhna sêv û givîjan jê bilind bû. Caw û qûmaş li ser hevbûn. Ricifî, dengê wê guherî, wisa awazek jê derket ku dengê wê li banê diket. “Oyy Xwedê oyy Xwedê qey tu me nabînî? Canê ku tu didî gerek tu bistînî, ti beniyên te, ji yên din ne çêtir e! Ji bo çi ye ev dilbikulî?” Bexçikek vekir, cil û libasên bi xwîn min dîtin! Çavên wê li hev qulibîn, sînga wê weke meşkê diçû û dihat, bû helkehelka wê, wisa orînek jê çû ku guhê min ker bû. Bexçika xwe bêhn kir û destê xwe vekir, gazinê xwe rêz kir. Dû re mîna ku kevirê binê bîrê be, bêdeng ma û enîbendikên sor derxist û got:
“Erê lawê min, zikreşan ti hal di me de nehiştin. Her roj tirs, her roj xeberên reş. Ez bi xwe natirsim. Tirsa min xort û keçên bedew in. Yên bêmiraz…
“Dengê teqîna çekan û dengê Allah û Ekber hawîrdor dihejand. Ew ên hov û xof, rihqirêj û mîna zebaniyan, mirin dibarandin. Ewil min got:’Ma wê ji bo çi me bikujin? Me digot heftê û du gel xwişk û bira ne. Me her roj berê xwe dida tavê û me digot, ‘Xwedêyo berê qenciyê bide her kesî, piştre jî bide me.’ Mirov û jiyan ji bo me pîroz bûn. Qey zerara me gihiştibû kê? Paşê min dît ku cîranên me jî, di nav zikreşan de ne. Ji devên wan xwîn dibare. Di destê wan de jî pirtûka reş, kî zevtdikirin ji wan dipirsîn: “Tu li kîjan aliyî? Hela eşhedê bîne?” Ku bizanin eşhed çiye! Nedayîna vê bersivê, dibû sedeme mirinê. Lê mirineke çawa? Bi bivir û nacaxan perçe perçe dikirin!
“Min rahişt çeka xwe û min kumê xwe da serê xwe. Dengê qêrînê ji dûr ve dihat. Te digot qey, ew deng ji binê bîreke bêbinî de tê. Belê lawê min, ne kêm ne jî zêde wisa bû. Ez li aliyê pêş bûm. Lawê min ji aliyê paş ve diparast. Jinên bi çarşefên reş pêçayî, li dû mêran bûn û mêran diengizandin. Ew bi xwe jî marên reş bûn. Mêr, weke guran însanan dikuştin, jinê bi wan re jî li malên bêxwedî ketibûn, dû pere û zêran bûn. Ji ser taxên ku sêwî tê de bûn dû radibû. Ewr u asîman nexuyabû. Marên reş li derûdora me xwe rapeçandibûn. Ji her alî de jî gule dibariyan. Cîran hemî hatibûn mala me. Çek di destê wan de nîn bûn. Zarok digiriyan. Birçî û tî bûn. Kuştina sêwiyan heft roj û heft şevan berdewam kir. Lê em sê rojan di nav lepên hovan de man. Pêş çavên me mirov dişewitandin.
“Em neçar bûn. Dinya li me teng bûbû. Xwediyê tune bû. Ne polêsek ne jî notirvanekî me hebû. Tu tiştekî me tune bû. Tu tişt… Em di nava gola xwînê de mabûn. Leşker û polêsan li me temaşe dikirin û dikeniyan. Piştre leşkeran derdora me girtin. Gotin “Xwe radestî me bikin!” Ey Xwedêyo me çikiribû ku em teslîm bibûna. Me çekên xwe dane wan û çûn… Lê divê em bireviyana.
Di vê navberê de xortekî hat. Zeîf û dirêj bû. Got ez ji bo alîkariyê ji Mêrdînê hatime. Wê gavê min fêm kir ku ziman û xwîn bi qîmet e. Ew xort çû û tirextorekî anî. Em lê siwar bûn û me berê xwe da bajêr. Li navenda bajêr jî cihê sêwiyan…Bi rê de hinekan bi zimanê me gazî me kirin. Min got: “Lawê min ew zikreş in, li vir, ji wan re dibêjin çeqel. Wekî me, zimanê me dizanin. Bi wî alî de neçe. Mabesta wan ew e ku me bikujin.” Çek teqiyan û gulleyek hat li guhê xortê Mêrdînî ket û guhê wî perçe kir. Bêdeng ma. Ne girî û ne jî kir hewar. Nedixwest zarok bitirsin. Em çûn gundekî. Şêniyên gund bi girî û hewar em peşwazî kirin. Şev bû û divê zarok raketana lê yên ku radiketin jî bi qêrîn şiyar dibûn.”
Gava ku qala van rûdanan dikir, dilê wê dişewitî. Ji ber ku mûrizê wê tahl dibû. Te digot qey di dilê wê de janeke mezin şax dide. Leşker û polês li wan temaşe dikin û pişt re kurê wê digirin dibin, sê meha îşkence dikin.
Di dawiyê de got: “Ez ê çawa wê enîbendika sor bixim serê xwe.”
Em bi vê êş û elemê mezin bûn. Dîsa hiş û aqilê min tevizî bû. Li ber çavên min bûn, mirovên ku hatibûn perçe kirin. Min dît ku keçeke sipehî di nav destên zikreşan de bû. Weke lavlavkê xwe lê dipêçandin. Nav çîmên wê tijî xwîn bû, dilerizî û diqîriya. Kesekî nikarîbû bigihije hewara wê. Hê jî qîrîna wê li ber guhe min e. Hewara jinan, lavayên pîr û kalan…
Xwedayo ev çi hetan bû. Hem dilxweş hem jî di nava xeman de bûm. Serpêhatiyên vî welatî tijî keder in.
Di nava van hestan de raze bûm.
II.
Te di got qey ez li ber çavên wan hakim im. Lê çi zû ji bîr kiribûn ku ez bi xwe jî di wê dojehê de bûm.
Ez bibûm rûpelekî çilmisî, bi her tiştê ku dixuya, dihat gotin weke pêtên agir li ser min diweşiyan. Gotinên xaltîka Sêvê û rewşa wê, êş û janên min hê zêde kiribûn. Min êdî baş fêmkiribû ku di navbera sipehetî û kirêtiyê de xeteke ziravik heye.
Di berbangê de bi dengên dîkan hişyar bûm. Zînê û xaltîka Sêvê taştê hazir dikirin.
Belê piştî taştê, îja dora Zînê bû. Diviya wê dest bi serpêhatiyên xwe bikira.
Piştî taştê, Zîne jî enîbendikeke sor li serê xwe girêda. Çaven wê yên wekî di wan deryayên bêbinî de xemên bê eman hebûn. Kul û derdên dilê wê, ji çavên wê dihatin dîtin. Destên wê mîna çeqek ber bi ba dibû dilerizîn. Bişirîneke tijî, bi wate, bi dengekî fetîsok dest bi axavtinê kir:
“Hingê ez biçûk bûm. Meta min Sêvê jî hatibû gund.” Xaltîka Sêvê jî bi dil û can ew guhdar dikir.
“Em ber bi rubarê ve diçûn. Diya min di guhê biraye min de got: ‘Ew hatin, ez ê xwişka te li vir bihêlim û te birevînim.’ Ji ber vê gotinê, ji wê kêliyê vir de min tim xwe wek xiçikek dît û hesiband. Êdî jinbûyîn şermezariyek bû ji bo min. Hêj jî nikarim ev hêstê ji dilê xwe biavêjim. Gava ku jineke rehet dibînim bi sosret û matmayî li dinêrim. Lê mixabin nikarim. Tim girtî me.
“Bapîrê min ez hembêz kirim. Ji çavên wî yên şîn ewle difûrî. Dapîra min jî li dû me dihat. Bêhna kokimê çikiyabû. Em di nava tirsê de bûn. Niha difikirim, tirsa dapîra min ji bo me bû. Hewl dida ku zû bimeşe. Em çûn ketin nava hejikekî. Dengê rûbar û çivîkan dihat. Bavê min di nava hejikê de, te digot odeyek çêkiriye. Li gor xwe kozikek jî çêkiri bû. Tim çavdêrî dikir. Li benda zikreşan bûn. Bapîrê min qala demê borîn dikir. Digot: ‘Gava ku fille dikuştin ez biçûk bûm. Min bi van çavan dît, serjêkirina keç û xortan. Çav derxistina mêran û pelixandina jinan. Bavê min hîna ez piçûk bûm mir. Ez li cem apê xwe mezin bûm. Şevekê apê min ne li mal bû. Dengê derî hat. Diya min û amojina min ji tirsa derî venekirin. Yê li ber derî digot ‘Ez birîndar im, deri vekin.’ Lê jinan digot, belkî dijminek be. Belkî jî dizek… Kir nûzenûz, hewar û qîrîn û li ber me digeriya. Pişt re jî deng jê hat birîn. Sibehê jî me dît ku mirî ye. Belê, piştî ve bûyerê apê min mir. Me ew binax kir. Keftaran gora wî kolandin û termê apê min avetin nav. Me nifira wî masûmpakî girti bû. Ji malbatê her kes yek bi yek dimirin û ez mam bi tena serê xwe. Ji wê rojê û vir ve, ji ber zikreşan dilê min bû qûlqûlî û zanim wê rojekê bela xwe jî bibînin.’ Ev gotinên tijî derd û kul hêjî ez ditirsandim. Lê bapîrê min nedizanî. Ger bizaniya qala wan bûyeran nedikir.
“Ez dilerizîm. Denge xûşîniyekê hat. Bavê min tivinga xwe rast kir. Bapîrê min dîsa digot, ‘Netirse keça min. Çeka bavê te heye û wê me biparêze.’ Ez raza bûm. Di xewna min de seriyên ku hatibûn jêkirin, çavên ku hatibûn derxistin xuya dibûn. Bi qîrîn şiyar bûm. Tavê tirêjên xwe dirijand ser me. Sal û zeman derbas bûn lê derd û kulên me qet kêm nebûn. Lêdan bû, mirin bû, hewar bû, sotin bû, sirgûnî bû… Û xortan berê xwe dabûn çiyan. Hevjîna min jî mecbûr bû û çû. Niha her roj guhê min li nûçeyane. Çi dike, mirî ye an sax e nizanim. Rû û çavên min ji ber van derdan çilmisîne. Bi şev berê xwe didim asîman û gava ku stêrkek dixûrice dilê min tê ber min. Xwe bi xwe dibêjim dîsa gulek çilmisandin.”
Mîna rûbarekê diherikin peyvên wê. Heb bi heb û tijî merez. Ser rûyê wê kesereke kûr vedabû.
Derket û berê xwe da rojê û kir pistepist. Gotinên we nehatin guhê min, lê zanim lavayên wê hemû li ser xweşiyê bûn. Min jî berê xwe da rojê û min got, “Xwedeyo, ey Xizirê kal van dilpakan dispêrêm te.”
Di wê navberê de zarokek hat û got “Dede hat.” Ya rastî baweriya min bi tu olan nebû. Lê min dixwest beşdar bim. Ji ber ku ew beniyên mirovatiyê bûn. Digotin Kabeya me mirov e û digotin ola me hezkirin e. Gotinên wan li ser xweşevîstiyê bûn. Dede hatîbû mala apê Misto. Em çûn serdana wî. Tembûra xwe eyar dikir. Çerax vêxistî bûn. Yekî jî çavderiyê dikir. Dede û rêber dest bi ayet û deyişan kir. Sermilên hev ramûsandin. Pişt re şêniyên gund rabûn semahê. Têlê tembûre mirov dibir ewr û asîman. Jin û mêr têkel bûn. Tu cûdatî nedixistin navbera xwe. Ji bo wan her kes wekhev bû. Semah dimeşiya. Ez jî beşdarî wan bûm. Min zîvirîm û çûm alema heftemîn. Min li hal û ehwala dinyaye nerî. Bûm mevanê roj û heyvê. Tîrêjên rengîn çar alî xemilandibûn. Gulên heft rengîn ronahî diweşandin. Dilê min tijî bedewî, di çavê min de jî hêviyeke berz hebû. Mirovên xweşrû xuya bûn. Di dilê min de jî aramiyeke bêpayan olan dida û dimeşiyam. Na ne tenê dimeşiyam, difiriyam. Ez bûbûm teyrekî baz.
Piştî wan tiştên min dîtin, dengê qîrînekê hat. Bivir û nacax radibûn û dadiketin. Yên ku dihatin pêşî, girse talan dikirin. Mirov ne di şikeftan de bûn. Hinekên cil xakî bi çekên jahrî ew dikuştin. Bi lingên zarokan digirtin û ji zinaran diavêtin. Jinan xwe diavetin rûbaran. Hinekan dikir hawar. Pîrejinan biçavên xemgînî bangî Xizir dikir. Destê wan ber bi asîmanan û di çavên wan de jî hêvî nemabû. Sorbûyi bû her alî.
Semah qediya û dîsa ez hatim ser dinyaye. Dede digot, “Ev semaha ji bo mirov û alemê ye. Em wekî gerdûnê fetilîn. Ji ber ku her tişt di dilê mirov de xwe dihebîne… Bihûşt mala mirov e. Horî jî jin û zarokên me ne. Ji yekîtiya xwe hez bikin. Ji ber ku tenêmayîn mirin e.
“Dixwazim çîrokekê ji we re vebêjim: Rojekê sê heval dikevin rê. Dixwazin biçin cihekî. Le rêya xwe winda dikin. Germ e. Tî û birçî ne. Nizanin wê çawa bikin. Taqat li wan nemaye. Ji wan sê hevalan navê yekî Garo ye. Ew bi xwe Ermenî ye. Yên din her du jî Kurd in. Ji aliyê olê de rêyên wan cûda ne. Navê yekî Şexmûs, navê yekî jî Dede Alî ye. Ji dûr ve şînahiyek xuya dibe. Bilez ber bi şînahiyê ve diçin. Gava ku dighijin wir dibînin ku bostanek, kaniyek û golek heye. Şadibin, têra xwe avê vedixwin. Pişt re yê dibêjin, ‘Werin em hinek xiyar û tomat kom bikin û bixwin.’ Ji bo ku herêm nebêje peran deynin ser kaniye. Dede Alî xwe tazî dike û xwe davêje golê. Şexmûs û Garo dibêjin eyb e, guneh e xwe wisa tazîkirin. Dede Alî bersivê dide wan: ‘Mirov bi nûra Xwedê hatiye afirandin. Ke got guneh e bedena mirov, ew bi xwe guneh e.’
Di wê navberê de xwediyê bostanê tê. Dibêje, ‘Bêdestûr hûn çima ketin bostana min.’ Destpêkê de Garo digire û dibêje “Hey gawirê Xwedê! Ola me jî ne yek e! Tu ji bo çi ketî bostana min” û lêdide, wî dirêjî erdê dike. Pişt re Dede Alî digire û dibêje ‘Tu rojekê naye mizgefte. Nimêjê nakî û rojiye jî nagirî û tu vî birayê min ê misilman re çi digerî.’ Wî jî mîna Garo dirêjî erdê dike. Dor tê Şêxmûs û ji wî re dibêje, ‘Hey bênamûs tu bi van kafiran re çi dikî. Ma ne ol û gelê me yek e!’ û li wî jî dixe û dirêjî erdê dike.
Dede Alî dibêje, ‘Şêxmûs,’ Şêxmûs dibêje, ‘Bêje ezbenî,’ Dede Alî, ‘Ev lêdan me heq kir,’ Şêxmûs bi heyirî dibêje, ‘Ji bo çi?’ Dede Alî bersivê dide, ‘Gava ku wî li Garo dixist, pêwist bû me piştgiriya Garo bikira.’ Belê delalîkên dilê min yek bin. Hîna ne dereng e.”
Piştî ayînê em belav bûn. Ez ketibûm gerdûneke cûda. Min dixwest her li wir bimînim. Hîna nebûbû êvar cemse û panzêran hawirdora gund girtin. Wê demê min xwe di rojên dojehî de his kir.
Va derda derdî giran e
Kal û pîr xwang û biran e
Hem kuştin hem jî guran e
Li Meraş e li Meraş e
Awaza dengbêj, gotinên xaltiya Sêvê û pêjna Xezalê hîna di guhe min de deng didin. Ew rewşa dotmama min qet ji pêş çavên min naçe.
Bi lez û bez ez vegeriya bûm Swissre’yê. Lê jiyana me wisa ye qutîka delal!
Aşê dîrokê ez avêtime
Her çar dorê’m qulên gêrika ne û
Mûrî dev dane nava min
Sedan sal e
Evdila Peşew
Mehmet Söğüt
