Min bibexşîne

erê, niha
ez li dû hesreta te
dimrim gav bi gav
ma ez çi bikim
Mixabîn
tu ji min dûri ,ez ji te
li xwe baş binere vê gawê
dibe ku ez te ji bîr bikim
li min bibore
di navbera sînga te û min de
çend sînorên qedexê hebûn
Yan jî tu qet tune bû
te dest da xewn û xayelên min
ez ê dîsa vegerim
ji te re hemû gula kom bikim
bi taybetî yên sor
li ber bejna te
diyarî te bikim kûlmek azadî
vê carê..
ez ê serê xwe tengahiyê da bihêlim
ez ê tola dile xwe bigrim
mezîn bikim hêviya me
par ve bikim kul û keseran
aliya mezin li xwe bikim bar
deynê xiyanetê paqij bikim
di çavên te de mizgîniyê bihêlim
di dilê xwe de gorekê bikolim
berê xwe bidim çiyan
ez ê herim mina bayê sar

||

dema ku tu xeyîdi
ezli hemû bajaran hêrs im
bi sê dilopên xwînê tenê bûm
bizane ku jiyana min payîzek dirêj e
dilê min nakeve êvaran
ez paşerojê dişopînim
siyên min şerm in
min pişta xwe da demsalan
dîsa ji we re mîna meha cotmehê
Ji bo wan awirên bêbinî

HK- 2019

Resim:Naime E. /Kürecik

Benzer Haberler

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Bu Yazıda Dikkatinizi Çekebilir!
Kapalı
Başa dön tuşu

Reklam Engelleyici Algılandı

Lütfen reklam engelleyiciyi devre dışı bırakarak bizi desteklemeyi düşünün