Em Çî (Kî) NE?

Coxrafyaya Heqîqetê û HÎV TV berî çend royan tam saleke xwe tiji kir, kete du saliya xwe. Xazi be dilê me ku xwang û birangê me hatine revhev, îş û karê muhîm be hevra kirin e. Bira ek(yek) salîya “ Coxrafyaya Heqîqetê” û “HÎV TV “ bimbarek be je her kesî me ra. Ez têm dest û rûyê wan xwang û birangan ku îşekî weyna rind kirin e. Bira Xizir tim î be wan ra bi, Heq wan tim biparêzi.

Însanê me, însanê “Coxrafyaya Heqîqetê” çî (kî)ne, kul û burunê xwe çi ne, problem û derdê wan çi ne? Berî her tiştî lazim e em le ser vê bisekinin. Eger em derdê xwe, problemê xwe, kul û burunên xwe nasnekin em şenakin çareyekê jê ra bibînin. Loma berî her tiştî emê le xwe, le însanê xwe mezikin û cewabekê bibînin, em çî(kî) ne?

Xwang û birangê delal EM ÇÎ(kî) NE?
Ez î dexwazim le ser însanên me fikra xwe bibêm. Problemê me, derdê me, kul û burunên me ne je rûyê me daye. Je rûyê dewleta ku tu tiştî me nasnaki, me qebûl naki, me je însanan hesab naki ye.

DEWLET ÇIYÊ ME QEBÛL NAKI?

Pir însanê me hene wextê qala Kurmancbûna xwe dekin, wextê qala zimanê xwe dekin, wextê ku qala Elawîtîya xwe dekin ê hema dewêne “em ne mîllîyetçî ne, em ne dîndar in, le hendê me ferqa tu însanan tuni”. Rind e, baş e. Lê ê ku van şoran bibên ne em in. Em vê dewletê îdare nakin. Ê ku vê dewletê îdare dekin van şoran bibên rind dewi, lê em van gotinan je çê ra dewên? Em çima propaganda je xwe ra dekin? Ê ku le ser axê me rindiyê naxwazin ne em in, ev dewleta ku be salan e xêra tu kesî naxwaziye. Em ne zalim in, em ê mexdûrin.

Tiştê ku em qe je bîr nekin, tiştê ku heta huro em pê hatin înkar kirin, em pê je memleketê xwe hatine surgun kirin, em pê hatin kuştin e.
Ku em je kuderê xwe be burun û kul in, emê mecbûrin ku berê wê derê xwe derman bikin.

  1. Em Kurmanc in
  2. Em Elawî ne
  3. Em însanê axa xwe, însanê Coxrafyaya Heqîqetê ne.
  4. Çî(kî) me qebûl nakiye?
  5. Emê çirg kul û burunên xwe derman bikin?
  6. Çî (kî) zimanê me qebûl nakîye?
  7. Çî (kî) Elawîtîya me qebûl nakîye?
  8. Çê(kê) em je ser axa me surgun kirin?
  9. Çê(kê) em kuştin, çê gundê me xirab û wêran kirin?
  10. A engi muhîm emê be nasnameyên(kimliklerimiz) xwe çirg mînê mîlletê dîn serbilind le ser axê xwe, le gund û bajarê xwe gorî dilî xwe, be kultura xwe va bijîn?

Xwang û birangno, heta ku em be KURMANCÎYA xwe, be ELAWÎTÎYA xwe, le ser AXA xwe, de nav azadiyê da, mîna mîlletê dîn nejîn ne êşên me çêm(kêm) dewin, ne kul û derdê me derman dewin.

Ku problem, derd û zulum, êş le serî me hene se, derman jî de destî me da heye. Werine arakê, be hev ra bin, berî her tiştî je hevdû hezbikin, je Kurmanciya xwe hezbikin, je Elawîbûna xwe hezbikin, je axa xwe hezbikin û weyna tevbigerin. Mîna ku dê û bavê me gotin e “DAR LE SER KOKÎ XWE HÊŞIN DEBI”

De kilameke(*) ku je hêlê Albistanê hatiye berhev kirin da hayna tê gotin:

Kanyê nav malan şeş in
Sisê tal in, sisê xwaş in
Ê ku xêrê me naxwazin
Sê me(meh) havînê xwîn vereşin

A. Alxasî
04.11.2025

(*) A. Alxasî, ji Meraşê Xeberek Hat…, Weşanên Enstîtuya Kurdî a Brukselê, rûpel: 243

Benzer Haberler

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Bu Yazıda Dikkatinizi Çekebilir!
Kapalı
Başa dön tuşu

Reklam Engelleyici Algılandı

Lütfen reklam engelleyiciyi devre dışı bırakarak bizi desteklemeyi düşünün